Our medium is our message!

em li errorîstan digerin

Mamoste, ji bo ku fêm bike, gelo min li malê bi zimanê qedexe qise kiriye yan na, her roj binî zimanê min qontrol dikir. Dema ku zarok bûm, dikarîbûm bi zimanê xwe yê zikmakî qise bikirama.“ H.K., Amed, Türkei

Derxistina zimanî, ne bi tenê nîşaneke gerdûnî ya bêîtaetîyê ye, jê bêtir e

Çalakiya hunerî „QWX - Zimanê xwe derxîne“, li dijî polîtîkaya Komara Tirkiyê ye, ku bi darê zorê grûbên etnîkî yên ne tirk dide ber xwe û dixwaze bi her awayî wan asîmîle bike û civateke homojen pêk bîne. Armanca vê aksiyona înternetê, afirandina platformeke hevbeş ya berxwedana li hemberî feraseta „yek ziman, yek çand“ bi berhevanîna wêneyên mirovên ku ziman derxistine. Kesên ku li hemberî vê polîtîkayê ne, di nav civaka Tirkiyê de wek xayîn û xeternak tên nîşankirin. Di vê rê de, ceribandina tunekirina ferqan, wek rewşeke rewa tê pejirandin.


Bi zimanderxistin, îmaja îteatkar û rûkenî, ku dewlet ji „yên din ên hundir de“ dixwaze, tê ruxandin. Rûyekî zimanderxistî, şêweyên têkilîyên ku hatine pejirandin, dipelçiqîne û ji desthilatdaran re nerazîbûna xwe xuya dike. Bi derxistina zimanên xwe, yên cuda, ji aliye dewletê ve wek xeternak hatine xuya kirin, berê li îmajên xwe yên ku li wan dane pejirandin xwedî derdikevin û paşê vê rewşa yekê tînin xwarê. Di vê rê de, zimanderxistin amûreke ku mirov pê dikare cudabûna xwe ya hundirîn bide diyarkirin.


Amûra me, peyama me ye!

Peyama gerdûnî ya zimanderxistinê, bi wateyeke metaforîk bêitaetî ye. Nexşa me dixwaze vê peyamê li daxwaziya gelên Tirkiyê ku xwe wek Tirk nahesibînin û zimanê wan ê zikmakî Tirkî nîn e, bi pejirandina cudabûna wan û perwerdekirina bi zimanê xwe yên zikmakî, girê dide. Her wiha nexşa me, ji gelên bêziman û bênav re rawa dide û bi bîr tîne ku wan dikarin hêza hunerê, wek bizaveke li dijî neheqiyê bi kar bînin.


last upload
#0000478
Upload_now
 

Sorry, you use an old browser.

The Site is optimized for Internet Explorer 7 or higher or for Firefox 3
Please update your Browser!
Firefox 3 / Internet Explorer 8

Go back to our qwx2009 Webpage!